Bûyer, di seatên êvarê de li alîyê nuqteya konrtola Beît Îksaya li nêzê Qudsê pêk hat.Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, îşxalkeran bi îddîaya ku wesayîtekî li dijî wan operasyona ecikandinê bikaranîtîye, êrîşî du wesayîtan kirin. Di encama êrîşê de Rukiye Ahmed Udeh Ebu Dehuk Cehalina 3 salî, Muhammad Mazid Ebu İd û pîreka wî Duha Nebiye Ebu İd şehîd bûn.Îşxalkeran di heman demê de rêya cîhê qontrolê girtin û têketin û derketina gund asteng kirin, terorîstan nehiştin ku bila ambûlans midexeleyê birîndaran bike.Îro jî rejîma îşxalker li Cenînê bi balafirên bêînsan yê hewayaê 7 Fîlîstînîyan şehîd kiribû.Bi tevî van şehîdan li Şerîaya Rojavayê hejmarê şehîdan derket 11 kesan, ji 7ê Cotmehê vir ve jî hejmarê şehîdan derket 350 kesan.
İLKHA
İLKHA