Alîm Rewşembîr Serok û Şervan; ev wesfê han bi kêmasî me got ê Şehîd Şeyh Saîd’e.
Şeyh Saîd dı sala 1865 yan jî 1866’dan da L, bajarê Mamuratul El Azîz lı Navçeya Palu hate Dınyê. Armanca me ne kû em jîyana wî binîvsînim.
Dema Ku ew tê de bu, li gor diroka înkilabe tê nîvisandin demek tarî bu û ilim pir tınebu .Şehîd Şeyh Saîd ji xeyrî îlme medrese îlmê Astronomî, Felsefe, Geometrî( Hendese) û Matematîk dı zanî bu. Şeyh Tevê ku Kûrdî û Zazakî zanî bu pere Erebî, Tirkî, Farisî, Urducî û bi zimanê Ermenîyan jî diz anî bu. Serokê neha nizanin zimanê biştexilin. Çend kitêp xwendine sere wan li êzmana dikeve.
Şeyh bi Şerha Hırıstîyana Jî zanî bu. Gelê Ermen dema kû dı nav hevde diketin îxtîlafê dihatin cem Şeyh Said û li cem Wî dihatin darizandin. Gelo ev ilme hanê heta neha li cem çend hev serok ‘u rewşembîra heye. Tevê Misilmana fileh jî bawerîya xwe pê dianîtin. Lê belê ê ji Xweda bê par Jê hez ne dikir û Kemîn li ber wî danînîn. Lêşkerê tarîtîyê ne xwestin xwedîyê îlme zabebuna xwe li gellê xwe bela bike. Tevê wî 46 havalê wî jî hate Şehîd kirin. Di nav gellê me Kûrdan da îlim jî hatê darve dalikandin. îdî gellê Kûrd bê serok man bê îlim man.
Gellê me ji nezanî gelek kêmasîyan çê bu, ev kêmasî bu sedema gelek bi hev ketin û rêya xeleta. Gellê Kûrd tevê kû li Namusa xwe xwe didin kûştin jî je ber nezanîyê denge xwe, rêngê xwe û bere xwe didin ji kesê namusê ê bê par. Ev jî dibe sedema tûnebunê. Meriv eslê xwe hında bike ê hey parçê kî goşte. Pêşîyê me dibejin ‘’ Dar li ser koka xwe şîn tê’’ hetta gelle mê Kurd ne xweyne îlme tehsîl neke bavu bapîrê xwe nas neke xwe nas nake û ewê hertim li pey derîye Emperyalîstan be.